Leşkerên Tirkiyeyê şkence li 4 ciwanan kir û ew dersînor kirin

20-06-2024
Nîşan Ciwan Şkence Dersînorkirin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê şkence li 4 ciwanan kir û ew dersînor kirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, dema 4 ciwanên ji Hesekê hewl dida ji bajarê Dirbêsiyê derbasî bakurê welêt bibin ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatine girtin û şkence li wan hatiye kirin.

Leşkeran piştî şkenceyê her çar ciwan dersînor kirine.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn 2 ciwan û rakirine nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê.

Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38) yên ji Hesekê li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Li hêla din, heta niha agahî ji her du ciwanên din tune.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst