Qesabên ecemî: Di rojekê de 16 hezar birîndar

17-06-2024
Nîşan Cejn Qurban Qesab Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku roja yekem a cejnê 16 hezar kes dema serjêkirina qurbanan birîndar bûne.

Her sal di rojên Cejna Qurbanê de qesabên ecemî dibin rojev.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe Xê bîlançayo roja yekem a cejnê ya birîndaran belav kir.

Fahrettîn Koca da zanîn ku 16 hezar kes dema serjêkirina qurbanan birîndar bûne û ew çûne navendên tenduristiyê.

Li gor agahiyên ku Koca belav kirine, li Enqereyê hezar û 274 kes, Li Stenbolê 840 kes, li Îzmîrê û 416 kes û bi giştî jî 16 hezar kes birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst