Karvedanên şêniyên Stenbolê yên li ser encamên hilbijartinên serokkomariyê

17-05-2023
RÛDAW
Karvedanên şêniyên Stenbolê yên li ser encamên hilbijartinên serokkomariyê
Karvedanên şêniyên Stenbolê yên li ser encamên hilbijartinên serokkomariyê
Nîşan Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Niha li Tirkiyê rojeva sereke, gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ye. Aliyên siyasî amadekariyên xwe ji bo wê rojê dikin. Bandora hilbijartinên 14ê Gulanê herî zêde xwe li Stenbolê da der. Ji ber ku nîvê xelkê deng da Erdogan û nîviyê din jî Kiliçdaroglu. Her çend Hevpeymaniya Millet dibêje ew ê di gera duyem de posta serokomariyê werbigirin jî, beşeke zêde ya xelkê di wê baweriyê de ne ku her dîsa wê Erdogan bibe serokomar.

Tirkiye xwe bo gera duyem a hilbijartina serokkomariyê amade dike, ji ber yekî jî sedê 50 kom yekê dengan bidest nexistiye. Beşek ji dengderên Stenbolê ku dengên xwe dane opozîsyonê, ji encamên hilbijartinê nîgeran in û hêviya xwe bi gera dûyem ve girêdane.

Mamoste Ayşegul Aslanturk got, “Ji destpêkê ve min digot 50-50, tam wiha çêbû, divê rêz li daxwaza xelkê bê girtin lê ew rastî jî heye diviyabû wezîran dest ji kar bikişanda; divabû şiyanên dewletê bikar neaniya. Li gorî min hilbijartineke nedadmend bû. Bikaranîna hêza dewletê, çapemenî, dest ji kar nekişandina wezîran şaşîtiyek mezin e û berovajiya destûrê ye.”

Xanenişîn Sevda Alp anî ziman, “Ez îro xemgîn im, lê sibe ezê dîsan bi hêvî careke din dest bi kar bikim. Ez kar bo welatê xwe dikim, bo zarokê xwe dikim, heta ku careke din bigihim rojên xweş kar dikim.”

Di demekê de ku hevpeymanî û partiyên siyasî di amadebaşiyê de ne û stratejiya xwe ya bo gera duyem a hilbijartinê radighînin, li gor beşek ji dengderan, ji ber ferqa di navbera her dû berbijêran de, nepêkan e opozisyon biser bikeve.

Xanenişîn Muhammet Camgoz got, “Di gera duyem de tekez Tayyip Erdogan bi ser dikeve. Niha 2 milyon û nîv ferqa dengan heye. Lewra vê carê bi ser dikeve.”

Bo gera dûyem a hilbijartina serokatiya Tirkiyê, proseya dengdanê li derve 20ê Gulanê destpê dike û li nav Tirkiyê jî 28ê Gulanê ye.

Welatiyên Tirkiyê biryar didin, Serokê CHP û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dikin serokkomar an Serokê AK Partiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan bo pênc salên din li ser wî postî dihêlin ku zêdeyî 20 salan e Tirkiyê birêve dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst