Muharrem Înce partiya xwe bi fermî radigihîne

17-05-2021
RÛDAW
Nîşan Muharrem Înce CHP Tirkiye Partiya Memleket
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muharrem Înce ku ev heyamek e dirêj e amadekariyan dike, îro bi awayekî fermî serlêdana damezrandina partiya xwe dike.

Muharrem Înce ku ji CHPê cuda bûbû, îro, 17/05/2021, belgeyên damezrandina partiya xwe pêşkêşî Wezareta Navxwe dike û bi awayekî fermî partiya xwe radigihîne.

Navenda giştî ya vê partiya bi navê Partiya Memleket (Welat) jî sibe Sêşemê tê vekirin û Înce dê di wê merasîmê de danasîna partiya xwe bike û armancên xwe eşkere bike.

Li gor zanyariyan Lijneya damezrêner a vê partiyê ji 85 endaman pêk tê. Lijneyeyek dîsîplînê ya 10 kesî dê bê pêkanîn û jibilî 4 cîgirên serok, sekreteriya giştî jî dê hebe. Herwiha logoya partiyê jî amade ye.

Di nav lijneya endamên damezrêner de 3 parlamenterên berî niha ji CHPê îstîfa kiribûn jî cih digirin û biryar e meha Mijdarê jî ev partî yekem kongreya xwe ya giştî encam bide ku heta wê demê dê xwe li hemû bajaran birêxistin bike û li gel vê kongreyê Encûmena Partiyê dê bê pêkanîn.

Herwiha Murahharem Înce li hejmara xwe ya Twitterê li gel kurte vîdyoyekê peyamek belav kir û ragihand, “Me gotibû ev wiha nîvco namîne. Namîne! Em ji hev cuda nabin.”

Li aliyê din biryar e Muharrem Înce piştî damezrandina partiyê jî serdanên xwe yên bo bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst