Şerê du malbatan: Bav û kurê wî yê 15 salî hatin kuştin

17-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Yûregîr a Edenê di navbera du malbatan de pevçûneke çekdarî çêbû û di encam de bav û kurek hatin kuştin.

Li gor agahiyan, li cadeya Suleyman Vahît a ser bi Taxa Yunus Emre ya navçeya Yûregîrê, di navbera du malbatên dijmindar de pevçûneke çekdarî çêbûye.

Di pevçûnê de kesek bi navê Salih Kiliç ê 15 salî di cih de jiyana xwe ji dest daye û kesekî 44 salî bi navê Abdurrahman Kiliç ê 44 salî jî birîndar bû ku ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexwexaçeya  Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê hat rakirin.

Li ser agahdarkirinê xelkê, hêzên polîs û tîmên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê û li cihê bûyerê dest bi lêgerîn û lêkolînê kirine.

Li gor zanyariyan, ji ber birînên wî giran bûne, Abdurrahman Kiliç li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Ekîbên polîsan ên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, ji bo girtina kesên ku di nav şer de bûn dest bi xebatê kirin.

Cenazeyên bav û kur ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst