290 hezar kesan ji bo zarokên bê serpereşt ên erdhejê serlêdan kirine

17-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Erdhej Zarokên Erdhejê Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdeheja Mereşê 290 hezar kesan ji bo xwedîkirina zarokên bê serpereşt ên ji erdhejê rizgarbûne serî li saziyên peywendîdar ên Tirkiyê dane.

6ê Sibata 2023an dû erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan li Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan.

Kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina qurbaniyên erdhejê li wan parêzgehan berdewam in. Beşek ji qurbaniyên ku bi saxî ji bin kavilan tên derxistin zarokên bê sereperişt in ku di erdhejê de malbatên xwe ji dest dane.

Ji roja yekem a erdhejê di nav wan de hunermend  û kesên navdar bi hezaran kes ji bo wergirtin û xwedîkirina wan zarokan wek “malbata parêzger” serî li Wezareta Malbat û Xizmetguzariyên Civakî yên Tirkiyê didin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin di 10 rojên dawî de 290 hezar kesan bi rêya sîstema E-Devlet serlêdan kirine da ku wan zarokan xwedî bikin.

Zarok û pitikên ku ji bin kavilan tên derxistin, destpêkê ji bo pişkinînên tendirustî û çareseriya pizîşkî destpêkê bo nexweşxaneyan tên birin. Zarokên ku çareseriya wan li nexweşxaneyan temam dibin nasnameyên wan tên detnîşankirin û bo malbat an kesûkarên wan tên radestkirin.

Ew zarokên ku bo malbatên wan nehatine radestkirin, an jî dayik û bavên xwe ji dest dane, di bin banê Wezareta Malbat û Xizmetguzariyên Civakî yên Tirkiyê li beşek ji saziyan tên parastin û xwedî kirin.

Wezareta navborî destpêkê hewil dide nasnemaya wan zarokan destnîşan bike û wan radestî malbatên wan bike û heta niha ji bo proseya malbata parêzgar bo wan zarokan, ti pêngav nedane destpêkirin.

Wezareta Malbat û Xizmetguzariyên Civakî yên Tirkiyê piştî demekê eger malbatên ew zarokên qurbaniyên erdhejê neyên dîtin, dê serlêdanên wan kesên ku xwestine bibin malbatên nû yên wan zarokan binirxîne.

Mercên serlêdanê

Eger kesek bixwaze bibe malbata parêzger divê van mercan bicihbîne:

Divê hemwelatiyê Tirkiyê be û berdewam niştecihbûna wî li wî welatî be.

Temenê wî-wê divê di navbera 25-26 salî de be û herî kêm dibistana seretayî temam kiribe û daheteke wî ya berdewam hebe.

Di proseya malbata parêzgar de  bi taybetî kesûkarên zarokan, cîran û dostên malbatên wan tên hilbijartin.

Herkesê ku bixwaze bibe malbata parêzgar çi zewicî, nezewicî, xwedî zarok an bê zarok be dikare bi rêya sîstema online a E-Devlet ê serlêdanê bike.

Kesên zewicî divê ligel hevjînên xwe serlêdanê bikin.

Kesên ku dixwazin bibin malbatên parêzgar dikarin belge û zanyariyên pêdivî li ser websiteya  Wezareta Malbat û Xizmetguzariyên Civakî yaTirkiyê dabîn bikin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê, roja Çarşemê 15ê Sibata 2023an amarên zarokên ku piştî erdhejê bêxwedî mane eşkere kiribûn. Wezareta navborî gotibû: “Niha hezar û 396 zarok li wezaretê tomarkirî ne. Ji van zarokan 508 bo malbatên wan hatin radestkirin. Niha 721 zarok li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ne û 167 zarok piştî dermakirinê bo saziyên wezaretê hatine veguhestin. Nasnameya hezar û 114 zarokan hatiye tespîtkirin. Nasnameya 282 zarokan jî nehatiye tespîtkirin.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Pêncşemê 16ê Sibata 2023an ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan 36 hezar û 187 kesan canê xwe jidest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst