Rapirsiya ORC: Eger Hevpeymaniya Millet berfireh bibe rêjeya dengan dibe %48

17-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyeya rapirsiyê ya ORC ragihand ku eger hevpeymaniya 6 partiyan çê bibe rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet dê ji %39,2 bo %48 zêde bibe.

Kompanyeya rapirsiyê ORC encamên rapirsiya xwe ya ku di navbera 8 û 13ê Sibata 2022ê de kiriye eşkere kir. Rapirsî li 41 parêzgehan û ligel 5 hezar û 130 kesî hatiye kirin.

Li gor amaran rêjeya dengên Hevpeymaniya Komarî ku ji AKP û MHPê pêk tê %39.4 e û rêjeya Hevpeymaniya Millet ku ji CHPê û IYI Partiyê pêk tê jî %39,2 e.

Li gor encamên rapirsiyê rêjeya dengên her du hevpeymaniyan nêzîkî hev in û eger ew 6 partiyên ku lihev civiyan hevpeymaniyeke nû çêbikin dê ev bê gûhertin. Li gor vê yekê hevpeymaniyeke ku ji CHP, IYI Partî, Partiya Saadetê, Partiya Siberojê, Partiya DEVA û Partiya Demokrat pêk bê dê rêjeya dengê wê bighije %48an û rêjeya Hevpeymaniya Komarî derbas dike.

Di rapirsiyê de derbarê pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” de rêjeya dengên partiyan jî wiha ye:

AKP  %30

CHP %24.1

IYI Partî %15.1

MHP %9.4

HDP %8.1

Partiya Siberojê %4.2

DEVA  %2.6

Partiya Saadetê %1.5

Partiya Demokrat %0.5

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst