Berdevkê AK Partiyê: Di dema hilbijartinan de dê guherînek bê kirin

17-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku dê dema hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de guherînek bê kirin ku biryar bû li gor dema xwe ya asayî di Hezîrana îsal de bên kirin.

Biryar bû di Hezîrana îsal de hilbijartinên giştî yên Tirkiyê bên kirin ku têde endamên parlementoyê û serokkomar tên hilbijartin,  li gor dema xwe ya asayî di Hezîrana îsal de bên kirin, lê ev demeke di serî de Serokkomarê Tirkiyê û berpirsên AK Partiyê dibêjin ku dê dema wan hilbijartinan hinekî bînin pêş.

Berdevkê AK Partiyê û Cîgirê Serokê Giştî yê wê partiyê  Omer Çelîk roja Dûşemê 16ê Çileya 2023an di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di dema hilbijartinan de guhertinek bê kirin.

Omer Çelîk dibêje: “Derbarê dema hilbijartinan de, dema me bi pêngavên şênber ev yek bicihanî û got dem ev e  em dê bibêjin. Lê min şîfreyek da we, dibe ku em hinekê dema wê bînin pêş, lê ev nayê anîna gelek pêş a dema hilbijartinê an jî hilbijartineke pêşwext. Ji ber wê jî niha gotûbêj li ser çend deman tên kirin û raya giştî jî dişopîne. Di vê çarçoveyê de eger me dem bi eşkere destnîşan kir, em dê bi we re parve bikin. Lê weke min got em dê bo demek kurt guncandinekê çêbikin.”

Ev nîqaşên li ser guhertina dema hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di demekê de ne berbijêriya Serokkomarê niha yê Tirkiyê bo caram sêyem di hilbijartinên giştî de de cihê nîqaşê ye. Ji ber ku li gor destûra wî welatî kesek nikare 3 caran li ser hev li Tirkiyê bibe Serokkomar.

Erdogan yekem car berî guhertina sîstema rêveberiya Tirkiyê, di sîstema hikûmeta parlamenteriyê sala 2014an wek Serokomarê Tirkiyê hat hilbijartin. 

Bo cara duyem jî piştî guhertina sîstemê bo hikûmeta serokomariyê sala 2018an bibû Serokkomarê Tirkiyê. Lê bi giştpirsiya sala 2017an çend guhertin di yasaya hilbijartinên  Tirkiyê de hatin kirin.

Beşek hiqûqnasên Tirkiyê di wê bawerê de ne ku ji bo di hilbijartinên bê de hem ew guhertin bên bicihanîn û hem jî Erdogan bibe berbijêr take rê ew e ku Parlamento bê hilweşîndin û biryara hilbijartina pêşwext bê dayîn.

Beşek ji opozîsyonê jî  dibêje eger ev biryar bê dayîn divê herî dereng di Nîsana îsal de li Tirkiyê hilbijartin bên kirin. Di wan hilbijartinan de xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê deng bidin 600 endamên nû yên Parlamentoyê û Serokkomar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst