Rapirsiya ORC: %11.5 jinan bêbiryar in

16-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya ORC, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %11.5ê jinan di dengdayîna bo partiyekê de bêbiryar in.

Kompaniya Lêkolînê ya ORC, di navbera 8 û 13 Kanûna 2022ê de li 35 bajaran bi 2 hezar û 160 jinên temenê wan di navbera 17 û 65an de rapirsiyeke rûbirû kir.

Di rapirsiyê de ji jinan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gor encaman, rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên oposîzyonê pêk tê %44.6 e û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %32.3 ye û %11.5ê jinan jî gotine “bêbiryar” in.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiya wiha ne:

AKP: %27

ÎYÎ Partî: %23

CHP: %21

HDP: %7.1

MHP: %5.1

Yên din: %4.5

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst