Li nav Deryaya Egeyê 257 koçber hatin desteserkirin

16-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê, di nav Derya Egeyê de 257 koçber hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlekariya Peravan a Îzmîrê ragihand ku li Deryaya Egeyê di nav du beleman de 192 koçberên ku dixwestin derbasî Îtalyayê bibin, hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlekariya Peravan a Îzmîrê, 5 kes jî bi hinceta qaçaxçîtiya bi wan koçberan hatine desteserkirin.

Li sînorê parêzgeha Îzmîrê herwiha 65 koçberên din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tîmên hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku 257 koçber piştî karên yasayî bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatine radestkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst