Davutoglu li dijî betalkirina konsera Kurdî ya Aynur Dogan derket

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Aynur Dogan Muzîka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li dijî biryara şaredariya bajarekî Tirkiyê ya bo betalkirina konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan derket û ragihand, “Hûn çawa diwêrin bi her sedemekî muzîka Kurdî qedexe bikin.”

Şaredariya Derinceyê ku di destê partiya desthilatdar a Tirkiyê AK Partiyê de ye, konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a 20ê Gulanê bi hinceta “ne guncaw e” betal kir.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li beramber biryara şaredariya Derinceyê ya betalkirina konsera hunermenda Kurd Ayur Dogan bertek nîşan da û li dijî biryarê derket.

Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê helwêsta xwe aşkere kir û got, “Zimanê muzîkê bi kîjan zimanî be jî zimanekî gerdûnî ye. Hûn çawa diwêrin bi her sedemekî muzîka Kurdî qedexe bikin! Kurdî jî wek Tirkî zimanê dayikê yê vî axî ye.”

Pêştir Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), Kemal Kiliçdaroglu jî li dijî biryara betalkirina konsera Aynur Dogan derketibû.

Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li biryara Şaredariya Derinceyê girt û wek piştgirî strana “Dar Hêjîrokê” ya Aynur Dogan parve kir.

Kilicdaroglu got: “Bi şev muzîk qedexe ye. Ciwan ji muzîka KPOPê hez dikin, qedexe ye. Li şaredariya AKPê muzîka Kurdî qedexe ye. Divê guhertineke makezagonê ya qedexekirina şahiyê bînin, ev ji bo wan baş e. Em azad çêbûn, em dê li vî welatî azad bimirin. Vê yekê bike serê xwe AKP. Bi şev Dar Hejîroke baş diçe.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst