IHD: Girtîgehên Tirkiyê bûne navendên binpêkirina mafên mirovan

16-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ragihand ku girtîgehên Tirkiyê bûne navendên binpêkirina mafên mirovan û îşkence û kiryarên xerab lê zêde bûne û tekez dike, tevî hemû daxwazan jî 605 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e, nayên berdan.

Şaxên Edene, Mêrsîn, Hetay û Îskenderun yên Komeleya Mafên Mirovan, li ser binpêkarî û kiryarên li girtîgehan û tedbîrên ji bo rêlibergirtina wan li Hetayê civînek pêk anîn.

Jibilî hevserokên şaxên wan bajaran ên IHDê, hejmareke zêde ya çalakvan û aktîvîstên mafên mirovan jî di civînê de amade bûn.

Fokusa civînê taybet li ser binpêkariyên li bajarên herêma Çukurova ya Tirkiyê bû û Hevserokê IHD a Îskenderunê Coşkun Selçuk daxuyaniya hevbeş xwend tekez kir ku girtîgeh bûne `navenda binpêkirina mafên mirovan` û girtî rastî kiryarên xerab û dermirovî tên.

Coşkun Selçuk behsa rewşa girtiyên nexweş jî kir û aşkera kir ku niha di zindanan de 605 girtiyên nexweş hene û rewşa tendirustî ya 604 ji wan giran e.

Hevserokê IHD a Îskenderunê, behsa rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk jî kir û got, Tugluk û Siddik Gulerê 82 salî jî di nav de tevî ku rewşa wan gelek xerab e ew girtiyên nexweş nayên berdan.

Coşkun Selçuk amaje bi wê kir, bûyerên îşkenceya li zindanan û herwiha zêdebûna hejmara kesên di zindanan de dimirin, nîşan didin ka rewşa çiqas metirsîdar e û tekez kir ku ew dê ji bo rêlibergirtina îşkence û kiryarên xerab ên li zindanan hemû derfet û şiyanên xwe bikar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst