Li goristana Haskoy a Stenbolê êrîşî gorên Cihûyan hat kirin û kêlên gelek ji goran hatin şikandin. Wêne: Civaka Cihûyên Tirkiyê
Hewlêr (Rûdaw) – Li goristana Haskoy a Stenbolê ku di beşeke wê de welatiyên cihû lê tên veşartin, kêlên hin gorên cihûyan ji aliyê hin kesên nenas ve hatin şikandin.
Li gor agahiyan, kêlên 36 gorên li wê goristanê hatine şikandin.
Civaka Cihûyên Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyên kêlên şikestî yên tirbeyên cihûyan li goristana Haskoyê weşandine û ragihand, kêlên 36 goran hatine şikandin.
Di twîtta xwe de, Civaka Cihûyên Tirkiyê ragihandiye, “Nîvê şevê ketin nava Goristana me ya Haskoyê, 36 kevirên gorên me xerab kirine. Ev mijar bi hemû wêne û tomarên şevê ve ji bo dezgehên pêwendîdar hatiye ragihandin û em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de berpirsên vê xirabkirinê bên girtin.”
Hasköy Mezarlığımıza gece yarısı girilmiş, 36 tane mezar taşımız tahrip edilmiştir.
— Türk Yahudi Toplumu (@tyahuditoplumu) July 15, 2022
Konu tüm resim ve gece kayıtları ile ilgili makamlara iletilmiş olup, bu vandalizmi yapanların bir an evvel yakalanmasını beklemekteyiz.@TC_icisleri @TC_istanbul pic.twitter.com/8vapMNW6o8
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî derbarê şikandina kêlên gorên cihûyan de daxuyaniyek da.
Kalin, diyar kir ku yekîneyên têkildar ji bo girtina bikeran ketine tevgerê û got: “Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. Yekîneyên peywendîdar ji bo dîtina bikeran dest bi tevgerê kirin. Em ti carî rê nadin wan kesên ku êrîşî nirxên pîroz dikin û hewl didin tovê şer û dijminatiyê di nava civaka me de biçînin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu jî li ser twîtterê, ew bûyer şermezar kir û got, 2 ji bikeran hatine desteserkirin.
Suleyman Soylu ragihand, “Ez êrîşa hovane ya li Goristana Haskoy a Stenbolê şermezar dikim. Bi keda polîsên me yên Stenbolê re 2 ji bikeran hatin desteserkirin, lêpirsîn berdewam dike.”
Soylu tekez kir, “Ti carî rê bi wan kesan nayê dan ku bi êrîşên bi vî rengî yên provokatîf hewl didin yekîtî û hevgirtina me têk bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse