Cezayê Altan Tan ê bi tohmeta 'Propagandaya PKKê' hat pesendkirin

15-06-2022
RÛDAW
Nîşan Altan Tan PKK CNN Turk Hulkî Cevîzoglu Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ragihand, ku di bernameyeke CNN Turkê de bi tohmeta “propagandaya PKKê kiriye" cezayê girtinê lê hatibû birîn, hatiye pesendkirin.

Parlamenterê berê yê Amedê Altan Tan li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn cezayê ku ji ber `propagandaya PKKê` li wî hatibû birîn hat pesendkirin.

Altan Tan di parvekirina xwe de wiha got “Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Enqereyê sal û 3 meh cezayê ku ji ber nîqaşa di CNNê de ya bi Hulki Cevîzoglu re ku 21emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li min birîbû, pesend kir.

Ji Hûlkî Cevîzoglu, CNN û kadroyên Îslamîstên duh re pîroz be!”

Siyasetmedarê Kurd Tan di 14ê Nîsana 2022 de ragihandibû “21emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê di encama provokasyon û heqaretên Hulki Cevîzoglu yên di bernameya Ahmet Hakan a CNN Turkê de doz hatibû vekirin û ji ber propagandaya PKKê salek û 3 meh cezaya girtîgehê li min birî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst