Kesê bêrêzî li Başak Demîrtaş kiribû hat berdan

15-06-2020
RÛDAW
Nîşan Başak Demîrtaş Selahedîn Demîrtaş Sakarya Tirkiye Wezîrê Dadê yê Tirkiyê HDP CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew kesê ji ber gotinên kirêt û bêedep ên li dijî Başak Demîrtaş hatibû desteserkirin, hat berdan.

Serdozgeriya bajarê Sakaryayê duh ragihandibû ew kesê ku li hejmara xwe ya Twîtterê bi gotinên kirêt û bêedeb êrişî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş, kiribû hatiye desteserkirin.

Li gor zanyariyan ew kesê bi navê V.Y piştî karûbarên li navenda polîs a li wî bajarî , îro hat berdan û hatiye belavkirin ku karûbarên mamê wî kesî yê bi navê V.M berdewam in û ew hîn nehatiye berdan.

Ev di demekê de ye ku roja Şemiyê di demjimêrên êvarî de, kesê bi navê V.Y li hejmara xwe ya Twitterê bi gotinên kirêt, bêrêz û bêedeb êrişî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDPê kiribû û vê yekê karvedaneke cidî bi xwe re anibû û bûbû cihê nerazîbûneke mezin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul jî li ser vê mijarê ragihandibû, “Ez wê posta kirêt a li dijî Başak Demîrtaş şermezar dikim û vê kiryara bêehlaq û tehkîrker bi şêweyekî herî tund lanet dikim. Rûmet, namûs û heysiyeta mirovekê di ser her tiştekî re ye. Hiqûq dê li hemberî van gotinên bêterbiye û provakatîf, tişta pêwîst bike.”

Herwiha berpirsên HDP, AK Partî, CHP û partî, rêxistinên sivîl û xelkê nerazîbûnekê tund nîşanî wan gotinên kirêt ên li dijî Başak Demîrtaş dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst