Hevşaredara berê ya Dêrsimê ji zîndanê derket

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nurhayat Altun Dêrsim Şaredar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredara berê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê Nurhayat Altun, piştî 7 sal û 5 mehan ji girtîgehê hat berdan.

Sala 2016an qeyûm li ser Şaredariya Dêrsimê hatibû danîn û Hevşaredara Dêrsimê ya HDPyê ya wê demê Nurhayat Altun hatibû girtin.

Bi hinceta “endamtiya PKKyê” 10 sal cezaya girtîgehê li Altunê hatibû birîn.

Nurhayat Altun piştî 7 sal û 5 mehan di girtîgehê de ma îro ji Girtîgeha Kandirayê ya li parêzgeha Kocaeliyê cezaya xwe qedand û derket.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Ali Bozan û berpirsên DEM Partiyê yên Kocaeliyê li pêş girtîgehê Nurhayat Altun pêşwazî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst