Devlet Bahçelî: Divê Heyeta DEM Partiyê banga tê hêvîkirin eşkere bike

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî DEM Partî Heyeta DEM Partiyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê heyeta DEM Partiyê di demeke nêzîk de banga ji Îmraliyê tê hêvîkirin eşkere bike.

Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di koma partiya xwe ya parlamentoyê de axivî.

Devlet Bahçelî behsa pêşhatên dawî yên li herêmê kir û wiha got:

“Bandora asîmetrîk a terorîzmê ya li hemberî dewletê, îro bûye amûrên stratejîk ên hilweşandin, tirsandin û mijûlkirinê ku ji aliyê welatên xwedî armancên li ser herêmekê ve tên bikaranîn.

Rêxistinên wekî DAIŞ, Taliban, PKK, PYD û YPGyê  bûne amûrên şerê mezin ê parvekirina global.

Îro hemû rêxistinên ku terorîzmê bi kar tînin, ji komên çekdar ên kole pê ve ku xizmeta berjewendiyên demkî yên hêzên global dikin û rê ji efendiyên xwe yên global re vedikin, ti wateya din îfade nakin.

Şukur îro êdî terorîzma ASALAyê ya ku dîplomatên me dikirin hedef nemaye û terorîzma PKKyê jî hema bibêje nemaye.

PKKya ku beriya bi salan ji valahiya pevçûnên hêzên global derketibû û jiyana bi hezaran kesî dabû ber xwe, li welatên cîran ên ku lê veşartiye roj bi roj rastî derbeyên nû tê û nikare tevbigere.”

Serokê MHPyê bangî DEM Partiyê kir ku peyama Ocalan eşkere bike û wiha got:

Daxwaza min a samîmî ew e ku banga ku tê payîn zûtir bê diyarkirin

Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku daxwaza min a samîmî ew e ku hevdîtinên di navbera şandeya DEM Partiyê ê û Îmraliyê de bê şert piştgiriyê bide Tirkiyeya bê teror û banga ku tê hêvîkirin zûtir bê diyarkirin."

Heyeta DEM Partiyê ya ku 28ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî bû, 2yê vê mehê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kiribû.

Heyeta DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinan de 2yê mehê bi Devlet Bahçelî re civiyabû û Bahçelî piştgiriya xwe ji bo pêşhatên pêvajoyê anîbû ziman.

Devlet Bahçelî li ber derî heyet pêşwazî kiribû û hat zanîn ku Ahmet Turk tizbiyek wekî diyarî daye Devlet Bahçelî.

“Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin”

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê herî dawî 22yê vê mehê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûbû Girtîgeha Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê 23yê mehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hevdîtinên DEM Partiyê û Abdullah Ocalan got, “Pêvajoya trafîka serdanan qediya, ya ku ji vir û şûn de tê çaverêkirin banga fesixkirina rêxistina terorê ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê jî îro diyar kir ku heta şert û merc neyên afirandin Ocalan nikare bang li civakê bike û peyamekê belav bike.

Besê Hozatê diyar kir ku het niha ti peyamên Ocalan ji wan re nehatine lê ew li benda hatine peyama wî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst