Serokê Şaredariyê: Hatay ji dest diçe

15-03-2022
Nîşan Hatay Sûrî Lutfu Savaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Hatayê yê Tirkiyê Lutfu Savaş ragihand ku li Hatayê ji her çar zarokên ji dayîk dibin sisê ji wan Sûriyeyî ne û got: “Eger tedbîr neyên wergirtin, piştî 12 salên din şaredarî dikeve destê serokekî Sûriyeyî.”

Hatay ku 83 sal berî niha bi Tirkiyê ve hatiye girêdan, Serokê Şaredariya wê Lutfu Savaş dibêje, zêdebûna bilez a nifûsa Sûriyeyiyan siberoja bajêr dixe rewşeke metirsîdar. Savaş da zanîn ku jinên Sûriyeyî her sal zarokekê tînin dinyayê û di nav malbatên pirjinî de nifûs gelekî zêde dibe.

Serokê Şaredariya Hatayê Lutfu Savaş ji medya Tirkiyê re axifî û got “Mafê dana nasname, hilbijartin û xwe berbijêrkirinê bo Sûriyeyiyan şaşiyeke mezin bû.

Piştî 12 salên din dê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Sûriyeyî be.Qedexe ye zeviyan bikirin lê bi rêya şirîkên xwe yên Tirk her tim erdan dikirin. Hişyariyê didim, `Hatay diçe`.”

Herwiha Savaş dibêje “Nifûsa Hatayê 1 milyon û 670 hezar kes e. Li gor amarên vermî, nêzîka 500 hezar Sûriyeyî hene. Lê hejmara ne fermî zêdeyî 800 hezar kesan e. Nêzîka ji her du kesan yek Sûriyeyî ye. Ji sedî 75ê ji dayîkbûnê li Hatayê ya jinên Sûriyeyî ye.

Ji her 4 zarokên çêdibin 3 ji wan Sûriyeyî ne. Jinên Sûrî yên wiha hene di 6 salan de 6 zarokan tînin. Piranî 3-4 jinên wan hene û hemû zarokan tînin. Piştî 12 salên din eger Sûriyeyiyek bibe serokê şaredariyê dê kêfa me neyê.

Tirkiye ku nifûsa wê nêzîka 84 milyon kes e, mazûvaniya nêzîka 5 milyon koçber û penaberan kiriye, 3.7 milyon ji wan koçberan xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne, 420 hezar koçber jî ji Efxanistanê çûne. Herwiha 193 hezar û 293 penaberên Sûrî nasnameya Tirkiyê wergirtine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst