Amarên fermî hatin eşkerekirin: Li Tirkiyeyê çend kes tenê dijîn?

12-02-2024
Nîşan Kesên Tenê Amar Stenbol Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê hejmara kesên li malekê tenê dimînin, di nava 10 salan de gelekî zêde bûye.

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê navnîşanên ku tenê kesek li wan dimîne di nava 10 salan de bi rêjeya ji sedî 77,2 zêde bûne.

Hejmara kesên ku li malekê bi tena serê xwe dijîn gihiştiye 5 milyon û 192 hezar û 825an.

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên Colemêrg û Erdexanê di nav wan parêzgehan de ne ku hejmara kesên tenê dijîn li wan herî kêm e.

TUIKê herwiha amarên hejmara “kesên di navnîşanekê de-xelkê xanê” jî belav kirin.

Li gorî amaran, sala borî hejmara “xelkê xanê” bi qasî 26 milyon û 309 hezar û 332yan hatibû diyarkirin.

Ev hejmar sala 2022yan 26 milyon û 75 hezar û 365 bû.

Sala 2023yan de hejmara kesên wekî malbat û herî kêm tevî zarokekî/ê li navnîşanekê bin jî wekî 16 milyon û 779 hezar û 240 kesan hatiye tomarkirin.

Herwiha navnîşanên ku tenê kesek li wan dijî di navbera salên 2014 û 2024an de bi rêjeya ji sedî 77,2 zêde bûye û hejmar derketiye nêzîkî 5,2 milyon kesan.

Li gorî amaran, kesên tenê dijîn herî zêde li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ne û herî kêm jî li Colemêrg, Erdexan û Bayburtê ne.

Li bakurê welêt bajarê ku hejmara kesên tenê dijîn herî kêm e Colemêrg e ku 8 hezar 20 bi tena serê xwe li malekê dimînin.

TUIK - Hejmara Kesên ku li Navnîşanekê Tenê Dimînin

2015       3,113,496

2016       3,316,894            

2017       3,491,148            

2018       3,730,505            

2019       4,062,576            

2020       4,404,997            

2021       4,781,600            

2022       5,067,331            

2023       5,192,825

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst