Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dest bi xebatên hilbijartinê kir

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tifaqa Ked û Azadiyê HDP Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tifaqa Ked û Azadiyê, îro 15ê Çileya 2023ê li Stenbolê bi beşdariya hezaran kes mitînga “Em ê bi hev re biguherînin” saz kir.

Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Encumenên Sosyalîst (SMF) pêk tê, îro li navçeya Kartalê ya Stenbolê bi diruşma “Em ê bi hev re biguherînin” mîtîngek saz kir.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan di mîtîngê de axavtinek kir û ragihand, ku ew ji bo ji şer, xizanî, zext û siyaseta tecrîdê re bibêjin “bes e” li qadan e.

Buldan got: “Di heman demê de ji bo ku bibêjin ‘jin, jiyan, azadî’ li vê derê ne. Em ji bo ku ji talankirina xwezayê, talankirina jiyanê û talankirina hiqûqê re bibêjin bes e li vê derê ne. Em ji bo ku li dijî rejîma AKP-MHPê ya ku dixwaze vî bajarî xweşik ê demokrasiyê veguherîne navenda tarîtiyê bisekinînin, li vê derê ne. Ev hêj destpêk e. Dê 82 milyon kes hest bi vê hewayê bike. Dê Stenbol di hilbijartinan de dîsa xwe îspat bike. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em xwedî serpêhatiyeke serkeftinê ya 7ê Hezîranê ne. Em ê bi tifaqa xwe re, bi dosên xwe re mohra xwe li vê hilbijartinê bidin.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar jî got: “Tifaqa me roj bi roj mezintir dibe. Dê bi saya gelên ku xwe li dora Tifaqa Ked û Azadiyê digrin, dawî li lîstika şer a desthilatê bê anîn. Em ê li dijî şer, tifaqa herî xurt a aştiyê ava bikin. Her şer û operasyon, ji pariyê nanê me didize. Xelkê hejar hê bêhtir hejar dike. Dixwazin dest danin ser siberoja vî welatî. Em jî ji vê re dibêjin êdî bes e. Me got ku em ji bo guhertinê tên. Em ê bi hilbijartinê re li her qada jiyanê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê tifaqa xwe berfirehtir bikin û bikin navenda demokrasiyê. Ev tifaq, ji bo komara demokratîk tê. Em tên, em ê biguherînin.”

Di mîtîngê de nûnerên partî û rêxistinên din jî axavtinên xwe kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst