Li Tirkiyê di nava heftiyekê de zêdetirî 2 hezar koçber hatine dersînorkirin

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koçber Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêveberiya Koçberan ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di nav vê heftiyê de 2 hezar û 321 koçber hatine dersînor kirin. Ji serê salê heta 12ê Çile koçberên ku derbasbûna wan ya nav axa Tikriyê hatî asteng kirin 8 hezar û 129 kes bûne.

Serokê Rêveberiya Koçberan ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di derbarê koîberan da daxwiyaniyek da û ragihand;  Li seranserî wî welatî ji 6 heta 12ê Çile 824 efxanî, 91 Pakistanî, 1,354 ji welatên din bi giştî 2 hezar û 269 koçber hatine girtin. Her wiha 1,101 koçberên Efxanî, 107 Pakistanî û 1,113 ji welatên din bigiştî 2 hezar û 321 koçberên hatîn girtin di vê demê de hatine dersînor kirin.

Ji serê salê heta 12ê Çile 1,578 koçberên Efxanî, 118 Pakîstanî û 1,653ê ji welatên din bi giştî 3 hezar û 349 koçber bo welatê wan hatine vegerandin.

Di vê demê de 6 hezar û 240 koçberên ku xwestine bi rêyên ne yasayî derbasî nav axa Tirkiyê bibin hatine asteng kirin.

Bi giştî koçberên ku derbasbûna wan ya nav axa wî welayî hatîn astengkirin 8 hezar û 129 kes bûne.

Hîn jî li navendên paşdevegerandinê 4 hezar û 848 Efxanî, 3 hezar û 854 Pakistanî û 11 Hezar û 44 ji welatên din bi giştî 19 hezar û 746 koçber hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst