Tankera sotemeniyê û otomobîl li hev qelibîn: 4 mirî, 3 birîndar

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Osmaniyê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Duziçî ya parêzgeha Osmaniyê ya Tirkiyeyê, otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de 4 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest dae û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên di otomobîlê de ji bajarokê Alanya yê Antalyayê ji bo şahiyekê çûbûn navçeyê.

Bûyer, şeva borî li ser rêya Bahçe-Nurdagî li nêzîkê Kizlaçê çêbû.

Otomobîla bi şofêrtiya Okkeş Ceylan û tankereke sotemeniyê li hev qelibîn. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de kesên di otomobîlê de Rabia Ceylan, Husne Ceylan, Merve Gulsoy û Asmina Gulsoy canê xwe ji dest da û şofêr Okkeş Ceylan ligel Ali Gursoy û Almina Gursoy jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê.

Herwiha cenazeyên herçar kesên mirî jî veguhestin morga nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku kesên di nav otomobîlê de ji bajarokê Alanya yê Antalyayê ji bo şahiyekê çûbûn navçeyê.

Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û şofêrê tanker jî hatiye desteserkirin lê nasnameya şofêr heta niha diyar nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst