Li Antakyayê germahiya zêde bandoreke nerênî li ziyandîtiyên erdhejê dike

14-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hatay Ziyandîtiyên Erdhejê Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê kelekela germê de kesên ku herî zêde bandor li wan dibe, rizgarbûyên erdheja 6ê Sibatê ne ku hîn jî di bin konan de dijîn.

Li navçeya Antakya ya ser bi parêzgeha Hatayê zêdebûna pileyên germayê bandoreke nerênî li qurbaniyên erdhejê dike ku piraniya wan bêmal mane û neçar in di çadir û konteyniran de bijîn.

Gamze Irmak di konteynira teng de ligel 3 zarokên xwe dijî û ji ber germaya zêde bo zarokên xwe nîgeran e.

Qurbaniya erdhejê Gamze Irmak anî ziman, “Ez qet nikarim zarokên xwe derxim derve. Gelek germ e. Dê nexweş bikevin û em ditirsin.”

Pileya germê 37 pile derbas kiriye û ji ber vê yekê kes nikare derkeve derve.

Qurbaniyê erdhejê Necmettin Subaşi jî got, “Hewa gelekî germ e lê klîma hindik be jî dibe alîkar. Hênik dike.”

Di erdhejên 6ê Sibata îsal de li navçeya Antakyayê bi hezaran welatî bûn qurbanî û zerar gehişte hezaran avihan. Heta niha jî kar û xebata hilweşandina avahiyên zerardîtî berdewam e û havînê jî beşek xelkê hê li derve ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst