Agirê daristana li Datçayê hat vemirandin

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Datça Daristan Mugla Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê Vahît Kirişçî ragihand ku agirê daristanê ya li navçeya Datçayê ya Muglayê hat vemirandin û xebatên sarkirina daristanê dest pê kirin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê Vahît Kirişçî li Şeftiya Karên Daristanê ya Datçayê daxuyanî da û ragihand ku xebatên vemirandina daristanê ku bi koordînasyona AFAD û bi piştevaniya Rêveberiya Karên Daristan, saziyên gelemperî û yên sivîl, bi serkeftî temam bûn.

Vahît Kirişçî bo serkeftina ekîban ew pîroz kirin û wiha axivî, "Agir hat vemirandin. Xebatên sarkirinê berdewam in. Daristana 300 hektarî û erdekî 400 hektarî zirar dîtin."

Kirişçî diyar kir ku 450 mal û 3 hezar û 520 welatî di çarçoveya tedbîran de ji herêmê hatin veguhestin, herwiha zerar 10 xaniya ketiye.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê herwiha got: "Şikir tu welatiyek me nemir. Herwiha canên me yên din jî bi heman hesesiyetê hatin parastin. Dewar, pez, kewarên mêşan wextê xebatên vemirandinê ji herêmê hatin veguhestin. Ji hin welatiyên me yên ji ber şewatê aciz bûn jê 13 kes hatin ji nexweşxaneyan bo malên xwe hatin şandin û dermankirina 7 kesan jî berdewam e. Xebatkarekî me yê şaredariyê jî di bûyerê de şewitî lê şikir rewşa wî baş e û niha tê dermankirin."

Li Navçeya Datça a ser bi Muglayê ve ji duh ve agir bi daristanan ketibû û dar û ber dişewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst