Kesê ku bêrêzî li Başak Demîrtaş kiribû hat desteserkirin

14-06-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sakaryayê kesê ku dijî Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demîrtaş û hevjîna wî Başak Demîrtaş li ser medyaya civakî gotinên kirêt belav kiribû, hat desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê der barê vê mijarê da daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin li ser hin hesabên medyaya civakî û di çapemeniyê de derbarê kesekî ku dijî Selahattin Demirtaş û hevjîna wî Başak Demirtaş li ser Twîtterê peyamek weşandiye de nûçe hatin belavkirin, ev daxuyanî ji bo vê mijarê hat dayîn.

Hat gotin nasnameya kesê ku peyam weşandiye hatiye tespîtkirin û derbarê wî de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û lêpirsîn bihesasî tê meşandin.

Polîsan kesê ku nasnameya wî hat tespîtkirin desteser kirin.

Duh di demjimêrên êvarî de, kesekî bi navê Vedat Yazicî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi gotinên kirêt, bêrêz û bêedeb êrişî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahattin Demîrtaş kiribû û vê yekê karvedaneke cidî bi xwe re aniye û bûye cihê nerazîbûneke mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst