Serokê YSKê rêjaya dengên li sîstemê hatine barkirin eşkere kirin

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê YSK Ahmet Yener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, heta niha %47.8ê dengên li seranserê Tirikiyê û Bakurê Kurdistanê li ser sîstemê hatine barkirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, bi armanca parvekirina zanyariyên hejmartina dengan de civîna rojnamevaniyê saz kir.

Yener dibêje, heta niha nîvê dengan jî nehatine hejmartin.

Ahmet Yener got: “Di sîstema barkirina amaran a Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de ti astengî û pirsgirêk nînin. Amarên me çirke bi çirke bi partiyên siyasî re têne parvekirin. Weke tê zanîn 4 berbijêrên serokkomariyê hene û 24 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê dibin. Amarên ji cihê dengdanê bo komîsyonên navçeyê tên û ji wir jî bo komîsyonên bajaran tên li ser sîstemê tên barkirin. Heta niha li nav welat %47.8 û li derveyî welat jî %12.60ê dengdan li ser sîstemê hatine barkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst