Hewlêr (Rûdaw) – Hinek mizgeftên Stenbolê, piştî nimêjê dibin wekî holên werzişê û kesên çûnê mizgeftê piştî nimêje werzişê dikin.
Li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê, Mizgefta Abdulhemîd Xanê dema nimêjê gelekî qerebalix dibe û gelek kes ji bo nimêjê berê xwe didin vê mizgeftê.
Piştî ku nimêja êvarê dikin û silava xwe didin, li gel meleyê xwe, berê xwe didin rahênerekî ciwan ê ku werzişê bi wan dike.
Rahêner Fatih Yamanoglu got, “Ji bo ku ji pirsgirêkan dûr bin, em rahênanên xwe ji15 heta 20 xulekan dikin.
Armanca me ne rahênanek e ku wekî ya li salonên werzişê giran be.”
Piraniya wan bi temen in û di wê baweriyê de ne ku werziş tenduristiya wan baştir dike.
“Mirov mîna otomobîlan in”
Servet Ericî jî got, “Mirov mîna otomobîlan in, wekî çawa pêwîstiya otomobîlê bi çakkirinê heye, dema em werzişê dikin organên laşê me jî baştir dixebitin."
Melayê Mizgefta Abdulhemîd Xanê diyar kir ku ji dema cemaeta wî werzişê dike, nimêjên xwe jî bi başî û di wextê wê de dike.
"Kalîteya nimêjên me jî baştir bûye"
Melayê Mizgeftê Bulent Çinar got:
“Ji dema ku em piştî nimêjê werzişê dikin, niha kalîteya nimêjên me jî baştir bûye.
Cimaet baştir tevdigere, gera xwînê baştir dibe. Beden ji sistbûn û zexeliyê rizgar dibe.”
Tenê li Taxa Bagcilarê li 11 mizgeftan werziş tê kirin, li Mizgefta Abdulhemîd Xanê jî piştî her nimêjê 25 heta 35 kesên bitemen werzişê dikin.
Tê xwestin ku ji bo tenduristiya xelkê ev werziş li 90 hezar mizgeftên Tirkiyeyê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse