Rapirsiya ORC: Hevpeymaniya Millet bi rêjeya %43.2 Hevpeymaniya Cumhur derbas kir

13-10-2022
RÛDAW
Nîşan ORC Rapirsî Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Rapirsiyê ya ORC ragihand ku di rapirsiya dawî de Hevpeymaniya Millet bi rêjeya %43.2 Hevpeymaniya Cumhur derbas kiriye û MHP jî di jêr benda hilbijartinê de maye.

Kompanya Rapirsiyê ORC encamên rapirsiya xwe ya ku di navbera 7 û 10ê Cotmeha 2022ê de kiriye eşkere kir. Rapirsî li 42 parêzgehan û ligel 3 hezar û 680 kesan rasterast hatiye kirin.

Li gor amaran rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur (AKP û MHP) %36.5 e û rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet ku berê ji CHP û IYI Partiyê pêk dihat û niha 4 partiyên din ên opozîsyonê lê zêde bûne jî derketiye %43,2.

Li gor encamên rapirsiyê ferqa rêjeya dengên her du hevpeymaniyan li gor meha borî zêde bûye û vê yekê wiha kiriye ku Hevpeymaniya Millet bikeve pêşiya Hevpeymaniya Cumhur.

Di rapirsiyê de li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” rêjeya dengên partiyan jî wiha ye:

AKP:  %30.2

CHP: %24.5

IYI Partî: %18.7

HDP: %7.3

MHP: %6.3

Partiya Pêşerojê: %3.5

DEVA:  %2.4

Partiya Demokrat: %1.5

Yên din: %2.1

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst