MAFÊN KARKERAN - Tirkiye di nav 10 welatên herî xirab de ye

13-06-2024
Nîşan Mafên Karkeran Tirkiye ITUC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye di warê mafê karkeran de di nav 10 welatên herî xirab ên cîhanê de ye.

Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) îro rapora Endeksa Mafên Cîhanî ya 2024an belav kir.

Li gorî vê raporê, Tirkiye di warê mafê karkeran de di nav 10 welatên herî xirab ên cîhanê de cih digire.

Rapora ITUCê detnîşan kir ku li Tirkiyeyê êrişên li ser maf û azadiyên karkeran berdewam dikin û sendîkayîbûna wan jî tê astengkirin.

Tirkiye di koma 5em de ye ku ev kom ji aliyê mafên karkeran ve ji 10 welatên herî xirab pêk tê.

Li gorî raporê, 10 welatên ku mafên karkeran li wan herî xirab in, wiha ne:

“Tirkiye, Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Esvatini, Filîpîn, Guatemala, Misir, Myanmar û Tunis.”

Raporê amaje pê kir ku li Tirkiyeyê mafê karkeran ê endambûna sendîkayan û azadiya çalakiyan tê sînordakirin, mafê wan ê grevê tê binpêkirin û karker di şert û mercên xirab de dixebitin.

Hat diyarkirin ku salên dawiyê li Tirkiyeyê mirinên li ser kar zêde bûne û hinek karker ji ber endambûna sendîkayan hatine desteserkirin.

Divê were gotin ku ITUC li 167 welatan nûnertiya 191 milyon karkeran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst