ISIG: Di 4 mehên 2022ê de 479 karkeran canê xwe ji dest dane

13-05-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye ISIG Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karker (ISIG) ragihand ku di 4 mehên destpêkê 2022ê de 479 karkeran canê xwe ji dest daye.

Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karker (ISIG) raporta xwe ya “Cinayetên Kar” ya 4 mehên 2022ê eşkere kir.

Li gor raportê di 4 mehên destpêka îsal de bi giştî 479 karkeran canê xwe ji dest daye û bi destpêkirina demsala biharê di sektora çandinî û avahî çêkirinê de mirinên li ser kar zêdebûne.

Herwiha di heman demê de sektorên maden, enerjî û kîmya jî di nav de li qada pîşesaziyê de jî rêjeya mirina karkeran li ser kar li gor zivistanê  zêde bûye.

Di raportê de tê gotin ku li Tirkiye her sal derdora 100 karkerên koçber an penaber canê xwe ji dest didin lê ji ber ku bê ewlekarî û bi pereyekî kêm kar dikin mirinên wan jî tên veşartin û nayên tomarkirin.

Li gor amarên ISIGê di 4 mehên îsal de:

Di sektora çêkirina avahî û rêyan de 83

Sektora veguhestinê de 61

Sektora çandinî û daristanê de 57

Sektora bazirganiyê de 36

Sektora pîşesaziyê de jî 35 karkeran canê xwe ji dest dane û ji wan 33 karker jin in.

Li gor amarên ISIGê di sala 2021ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 2 hezar û 170 karkeran û  herî zêde jî di meha Nîsanê de karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst