Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê yên ji bo hilbijartina Stenbolê ku bitemamî were betalkirin red kir.
CHPê li ser biryara betalkirina hilbijartina herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku ya hemû navçeyan bitemamî were betalkirin serî li CHP û ÎYÎ Partiyê dabû.
CHPê ji bilî Stenbolê ji bo hilbijartinên Serokamariyê û parlamenteriyê ya heyama 27emînê jî ku bê betalkirin îtiraz kiribû. Heman îtiraz ji aliyê ÎYÎ Partiyê jî hatibûn kirin.
Lijneya Desteya Bilind a Hilbijartinan îro hevdîtinek kir û biryar da.
Desteya Bilind a Hiulbijartinan hemû îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê yên ji bo hilbijartinan red kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse