Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş

13-02-2025
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Pervîn Buldan Selçuk Mizrakli Edîrne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.

DEM Partiyê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"DEM partiyê got, Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan hevserokê serdema berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizraklu yên ku li Girtîgeha Edîrneyê gîrtî ne ziyaret kir.

Buldan derbarê qonaxa dawî ya lêgerîna çareseriyê de Demîrtaş û Mîzrakli agahdar kirine û careke din nêrîn û pêşniyarên wan wergirtiye.

Demîrtaş û Mizrakli diyar kir ku ew dê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê û silav û hezkirina xwe ji gelê me re ragihandine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst