Bûyera 'bûka 6 salî': Endamên Sol Partiyê li ber Weqfa Hîranur nerazîbûn nîşan dan

12-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxistina Sol Partî ya Enqerê li dijî zewicandina keça 6 salî ku ew çend rojin di rojeva Tirkiyê de ye li ber Weqfa Hîranur ku ev keçik lê hatî zewicandin kombûn û nerazîbûnên xwe li dijî vê bûyerê anîn ziman.

Endamên Partiya Çep (Sol Partî) doh 11ê Kanûnê 2022ê li ber avahiya Weqfa Hîranur ya li navçeya Keçioren a Enqerê kom bûn û nerazîbûna xwe li dijî zewicandina keça 6 salî anîn ziman.

Xwepêşanderan siloganên “Em xwe radestî tarîtiyê nakin, êdî bese ji pergala qirêj a ku zarokên xelkê difetisîne re, emê deshilata terîqetan nehêlin” gotin.

Yek ji beşdaran li ser navê komê axivî û got: “Yên ku zarok û ciwanên vî welatî mecbûrî malên terîqetan dikin bila ji bîr nekin ku siberoja vî welatî mehkûmî tarîtiyê dikin. Ji bo parastina siberoja xwe em dê xebata xwe ya li dijî pergala we ya tarî bidomînin.”

Zewicandina zarokekê di şeş saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karvedanan. Ew zarok niha xanimeke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, li dadgehê giliyê wî kiriye.

Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ve ye û ji terîqeta Neqşîbendî ne. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi murîdekî xwe yê 29 salî re zewicandiye.

Ev heftiyeke ev mijar di rojeva Tirkiyê de ye û her wiha di civînên Parlamentoya Tirkiyê de jî yek ji mijarên sereke ya partiyan bû û li ser vê yekê partiyên opozisyonê siyaseta AK Partiyê û pêwendiyên wê yên bi wan terîqetan re rexne kirin û daxwaza cezakirina tawanbaran kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst