Serokwekîlê AK Partiyê: Eger ez dadger bûma min dê ew bigirta

12-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Fraksiyona AK Partiyê Bulent Turan derbarê îdiayên îstismarkirina keçeke 6 salî de got, "Eger ez dadger bûma, min dê bi agahiyên ku niha hene ew (yek ji damezrînerê Weqfa Hîranurê Yusuf Ziya Gumuşel) bigirta, lê ez ne dadger im.”

Zewicandina zarokekê di 6 saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karevdanan. Ew zarok niha xanimeke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, çûye giliyê wî kiriye. Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ve ye û ji terîqeta Neqşîbendî ne. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi murîdekî xwe yê 29 salî re zewicandiye.

Bûyera ku Şemiya borî 3ê Kanûnê eşkere bibû, îro li Parlamenteya Tirkiyê jî hat rojevê.

Serokwekîlê Fraksiyona CHPê Engîn Ozkoç li parlamentoya Tirkiyê bi bîr xist ligel Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu heta Wezareta Edaletê meşiyan û ew meşan wan ji bo balkişandina li ser mafê zarok, jin û ciwan bû û wan ji bo her kesî daxwaza edaletê kir.

Engin Ozkoç derbarê îdiayên zewicandina zarokeke 6 salî de got: “Delîl, qeydên deng, daxuyaniyên berfireh û wêne hene. Li gel vê jî di nava du salan de îdianame tê amadekirin û yek girtî jî nîne. Yên ku keçan dikujin azad in; lê jin bi zarokê xwe re xwe li stargehan xwe vedişêrin, ma ev edalet e? Ev ne tenê çîroka keçeke bi êş e ku me hemûyan diêşîne, di heman demê de pirsgirêka sîstemek a qirêj e. Zarokeke 6 salî rastî tecawizê tê. Kes ne dibîne, ne dizane û nedibihîsin. Divê em sîstemê biguherînin, edaletê ava bikin. Em dê heta dawiyê vê mijarê bişopînin.”

"Divê hesap jê were xwestin"

Serokwekîlê Fraksiyona AK Partiyê Bulent Turan jî diyar kir ku bûyerên bi vî rengî "xerabî, bêexlaqî" ne û divê ji her kesê ku ev yek daye kirin û kiriye û qebûl kiriye hesap bê pirsîn.

Turan diyar kir ku ew dê wê mijarê bişopînin û got: “Wezareta Edaletê tevlî dozê bûye. Herwiha Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî tevlî dozê bûye. Keça me ya mexdûr niha birine stargehên jinan, li wir dest bi perwerdehiyê kiriye. Heger xeletiya yekî hebe, çi lazim be divê em bikin.”

Bulent Turan herwiha got: “Eger ez dadger bûma, min dê bi agahiyên ku niha hene ew  bigirta, lê ez ne dadger im. Weke din em bi tevahî ji dosyayê ne agahdar in, em bi qasî çapemeniyê, bi qasî hate behskirin dizanin.”

Zewicandina zarokeke şeş salî ev çend roj in li Tirkiyê bûye sedema nîqaşan. Ev zarok piştî çendîn salan, di sala 2021ê de ji hevjînê xwe cûda bûye û li Dadgeha Stenbolê bi tohmeta destdirêjiya cinsî dijî wî doz vekiriye. Bûyer Şemiya borî 3ê Kanûnê eşkere bû û gelek karvedan bi xwe re anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst