Li ser zeviyan nîqaş derket: 2 xwişk û birayek hatin kuştin

12-10-2023
Nîşan Artvîn Zevî Nîqaş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Artvînê yê Tirkiyeyê kesekî ji ber lihevnekirina li ser zeviyan 3 cîranên xwe bi çifteyê kuştin.

Bûyerê şeva borî li gundê Çavdarliyê yê navçeya Şavşatê ya Artvînê rû da.

Li gorî agahiayn, di navbera Sergen Yilmaz û cîranê wî  Turgut Demîr Pehlîvan (59) û xwişkên wî yên bi navên Hukmiye Çîmen (67) û Leyla Yazar de (64) nîqaş derket.

Hat zanîn ku berê jî di navbera heman kesan de ji ber lihevnekirina li ser erdan di navbera wan de alozî hebû.

Yilmaz piştî nîqaşê bi demekê bi çifteyê gule li Turgut Demîr Pehlîvan û her du xwişkên wî reşandin.

Di encamê de her du xwişk û birayê wan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termê her sê kesan rakirin beşa miriyan a Nexweşxaneya Dewletê ya Şavşatê.

Hat ragihandin ku Sergen Yilmaz piştî bûyerê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst