Beştaş li ser kuştinên li Başûrê Kurdistanê: Axa welatên cîran weke qadeke kuştinan dibînin

12-10-2022
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş HDP Nagihan Akarsel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş amaje bi kuştina çend kesên vê dawiyê li Başûrê Kurdistanê da û got, “Ev hemû kuştinên siyasî ne. Vê yekê ne em tenê dibêjin, Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Alî Riza Guney jî dibêje. Axa welatên cîran weke qedeke ku kuştinan lê bikin dibînin.”

Wekîla Serokê firaksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş îro Çarşemê 12ê Cotmeha 2022an li ser mijarên di rojevê de li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir.

Beştaş ameje bi kuştina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel li parêzgeha Silêmaniyê û got, “Axa welatên cîran weke qadeke ku kuştinan lê bikin dibînin. Ev nayê qebûlkirin. Gelo ev kuştin bi agahiya Tirkiyê hat kirin? Em li benda bersivê ne. Eger ne wiha be çima Balyozê Tirkiyê xwedî lê derket.”

Meral Daniş Beştaş kuştina 3 endamên PKKê li bajarê Parîsê û kuştina Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Mehmet Zekî Çelebî jî bi bîr xist û got, “Derbarê peywendiyên van kuştinan yên ligel MÎTê û Tirkiyê tomarên deng û gelek zanyarî derketine. Lê tevî ku lêkolîn hatin destpêkirin heta niha jî ti pêşveçûnek nîne. Ez tika dikim hûn van bûyeran bidin berhev. Ev hemû kuştinên siyasî ne.”

Nagihan Akarsel çalakvana mafên jinan û endama desteya kovara Jîneolojiyê û endama Akademiya Jîneolojiyê, roja Sêşemê 4ê Cotmeha 2022ê li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hatibû kuştin.

Balyozê Bexda yê Tirkiyê Alî Riza Guney di pirseke peyamnêra Rûdawê Peyam Serbest a derbarê kuştina Nagihan Akarsel de gotibû, “Li ku derê be bila bibe ew dê operasyonên xwe yên li dijî rêxistinên terorê berdewam bikin û PKK û aliyên bi PKKê ve peywendîdar armanc in.”

Welatiyê ji Bakurê Kurdistanê Mehmet Zekî Çelebî ku Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê bû û êvara Sêşembiyê 17 Gulana 2022yan li Silêmaniyê li ber xwaringeha xwe rastî êrîşa çekdarî hatibû, şeva Çarşemê 18ê Gulanê li Nexweşxaneya Şar jiyana xwe ji dest dabû.

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş anî ziman, “Derbarê van hemû dosyeyan de rewşeke wiha heye, ev hemû suîkast in. Hemû kuştinên siyasî ne. Vê yekê ne em tenê dibêjin, Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Alî Riza Guney jî dibêje. Ev tiştekî çawa ye? Ev çi aqleke ku tawaneke ewqas tirsnak îtîraf dike. Ez bi rastî jî fehm nakim. Ji rastiyê dûr ketine. Dibêje em bêyî ku sînoran nas bikin operasyonan dikin. PKK û ew aliyên bi PKKê re peywendîdar armanca me ne. Ev tê çi wateyê? Dibêje em li ser navê dewleta Tirkiyê kuştinan dikin. Dibêje li derve li ku derê cîhanê be bila bibe, mirovan dikujim. Ev îtîrafeke û di heman demê de gefeke û ne yasayî ye. Her wiha binpêkirina hiqûqa navdewletî ye.

Meral Daniş Beştaş her wiha pirs kir, “Gelo balyoz bi daxuyaniya xwe de xwedî li vê kuştinê derket? Ez ji wî dipirsim. Derbarê vê kuştinê de kîjan zanyarî li cem wî hene. Kê ev kuştin bi kîjan peywendiyan  pêkanî? Para  Balyoz di vê derê de çi ye? Ti daxuyaniyek li ser vê nîne. Axa welatên cîran weke qadeke ku kuştinan lê bikin dîbînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst