Parlamentera berê ya AK Partiyê pêşniyar kir Tirkên Uygur li Bakurê Kurdistanê bên bicihkirin

12-08-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Tirkên Uygur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera berê ya AK Partiyê, Prof. Dr. Pelin Gundeş Bakir daxwaz kir, ku Tirkên Uygur li navçe û parêzgehên sînorî yên Bakurê Kurdistanê bên bicihkirin. Ev pêşniyara parlamentera berê ya AKPê rastî gelek bertekên nerazîbûnê hat.

Pelin Gundeş Bakir li ser twittera xwe ji bo hikûmeta Tirkiyê pêşniyar kiriye,  “Tirkên Uygur ku ji aliyê hikûmeta Çînê ve di jêr zextê de ne”, li parêzgehên sînorî yên Bakurê Kurdistanê bên bicihkirin.

Pelin bi gotina, “Bila em welatîbûnê bidin Tirkên Uygur. Li parêzgehên sînorî yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat zewî bidin wan û wan li vir bicih bikin”, daxwaza xwe aşkere kiriye.

Ev pêşniyara ji bo bicihkirina Tirkên Uygur li Bakurê Kurdistanê, piştî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu tê, ku roja 9ê Tebaxê li Beyrutê ragihandibû: “Ewên ku bêjin ez Tirk im, ez Tirkmen in, em dê welatîbûna Komara Tirkiyê bidin wan hevnejadên xwe. Ev fermana Serokomarê me ye ji bo me.”

Prof. Dr. Pelin Gundeş Bakir sala 2019an ji ber hin axaftinên xwe yên derbarê penaberên Sûrî de ji AK Partiyê hatibû derkirin û niha li Zanîngeha Teknîkî ya Istanbulê mamostetiyê dike.

Pelin Gundeş Bakir di 15ê Novembera 2019an de piştî bûyereke xwekujî ya 3 kesî li taxa Bakir koy a Stenbolê, li ser twittera xwe gotibû, “milletê me dimire, Sûriyan  êdî ji stuyê Tirkan bînin xwarê, bila vegerin welatê xwe û welatîbûnê nedin ti kesek ji wan.”

Pêşniyara parlamentera berê ya AK Partiyê rastî berteka parlamenterê AK Partriyê yê xûla 23an ê li Colemêrgê, Rustem Zeydan hat û wî li ser twittera xwe bersiv da wî.

Zeydan di bersivê de gotiye, li cihê ku Tirkên Uygur li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bêne bicihkirin, bila li warê te li Kayseriyê û li parêzgehên cîranên we bêne bicihkirin.

Rusetm Zeydan dibêje: “Parlamenterê me yê hêja; ji bo dayîna welatînameyê bi Tirkên Uygur ez li gel we me. Lê li cihê ku li parêzgehên sînorî yên Rojhilat û Başûrê Rojhilat bên bicihkirin, eger li warê we li Kayserî û parêzgehên cîran ji bo wan zewî bên terxankirin, gelek baştir dibe.”

Zeydan amaje bi hebûan rêjeyeke zêde ya aware û penaberên Sûrî li navçeyên Bakurê Kurdistanê kiriye û gotiye, “ji ber ku li parêzgehên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê gelek Sûrî hene.”  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst