Rapora binpêkirina mafan: 281 mafên jiyanê hatin binpêkirin

12-07-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sezgin Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê CHPê û Serokwekîlê Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan Sezgin Tanrikulu rapora xwe ya “Binpêkirina mafan a Hezîrana 2020an” eşkere kir û got ku di meha Hezîranê de mafê jiyanê yê 281 kesan hatine binpêkirin û ew hatine kuştin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, derbarê binpêkirina mafan a meha Hezîrana borî de raporek amade kiriye û encamên wê eşkere kir.

Li gor rapora Tanrikulu di meha Hezîrana 2020an de 281 mafên jiyanê hatin binpêkirin. 

Di rapora Tanrikulu de tê gotin ku di cînayetên kar de 188 kes, di şerê çekdarî de 56 kes, di cînayetên jinan de 27, di şerê sivîlan de kesek hatine kuştin û herwiha ji ber binpêkirinên mafan li girtîgehan 2 kes û 6 penaberan canê xwe ji dest dane.

Tanrikulu di rapora xwe de diyar kir ku 59 kes ji aliyên hêzên ewlekariya Tirkiyê ve rastî îşkencê hatine û ji wan 28 bûyer li dervey girtîgehan pêk hate.

Di beşeke din a raporê de hate destnîşan kirin ku di heman mehê de 2 rojnamvan hatine girtin, 6 rojnamevan hatine desteserkirin û derbarê 3 rojnamevan de ceza hatiye birîn û derbarê 5 rojnamevanan de lêpirsîn vebûye û herwiha rojnamevanek rastî êrişê hatiye.

Serokwekîlê Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan dide zanîn ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî 15 kes hatine desteserkirin û derbarê 52 kesan de lêpirsîn hate kirin û li 3 kesan jî ceza hete birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst