Dayika Hevserokê HDPê wefat kir

12-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Hevserokê Giştî yê  Partiya Demokratîk a Gelaj (HDP) Mîthat Sancar, Munîre Sancar jiyana xwe ji dest da.

Ofîsa Çapemeniyê ya HDPê ragihand ku Munîre Sancar, dayika Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar li Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelievlerê ser bi Stenbolê wefat kiriye.

Li gor agahiyên ragihandina HDPê  cenazeyê Munîre Sancar roja Înê 13ê Gulana 2022ê piştî nimêja esrê ya li Mizgefta Yayli Miraç dê li  Goristana Kocasînanê bo axê bê spartin.

Munîre Sancar a 78 salî ev demek bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevler a Stenbolê dihat dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst