Enqere (Rûdaw) - Serokê Komisyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan got dive şertên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bên başkirin û ew bikare pêvajoyê bimeşîne.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Serokê Komisyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ji Rûdawê re banga Ocalan û ragihandina agirbestê ya ji aliyê PKKyê ve û gavên ku divê hikûmet biavêje nirxandin.
Ozturk Turkdogan bi bîr xist ku PKKyê li ser banga Ocalan bi eşkereyî gotiye ku dê pabendî wê bangewaziyê be û agirbest ragihandiye û wiha pê de çû:
“Ez yek ji wan kesan im ku min hemû pêvajo şopandine, ji yekem agirbesta sala 1993an heta niha 9emîn car e agirbest tê ragihandin.
Ez hêvî dikim ku agirbesta niha êdî bibe wesîleya rawestandina şer ji bo ku PKK kongreya xwe pêk bîne û biryara xwe bide.”
Turkdogan amaje bi wê yekê ku tenê sekinandina şer têrê nake, heman demê pêwîstî bi bingeheke yasayî û hinek garantiyan heye û got:
“Li vir xala yekem ew e ku pêwîst e pozîsyoneke guncaw a xwediyê bangewaziyê Birêz Ocalan hebe ku ew bikare karê pêwîst bike.
Wate pêwîst e şertên wî yên xebatê bên baş kirin.
“Ocalan dikare bi teknolojiya heyî pêvajoyê bimeşîne”
Di daxuyaniya PKKyê de jî tê xwestin ku Birêz Ocalan vê pêvajoyê bimeşîne.
Bi teknolojiya îro ev yek mumkîn e. Birêz Ocalan bêyî ku biçe cihekî, her li cihê xwe, eger derfetên wî bên başkirin, dikare bi saya teknolojiya heyî vê pêvajoyê bimeşîne.”
“Çarçoveya yasayî heye"
Serokê Komisyona Hiqûqê ya DEM Partiyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji bo vê yekê jêrxaneyeke yasayî heye û wiha domand:
"Tenê di aliyê îdarî de hinek biryar pêwîst in û pêwîst e ew jî bên kirin, ev yek gelek girîng e.
Ji ber ku kesekî ku rêxistinekê ava kiribe û niha jî bixwaze wê rêxistinê bihelweşîne, pêwîst e ku bikare xwe bigehîne hemû astên rêxistinê û bikare bersivê bide pirsên wan.
Ji bo ku ew baweriya heyî bi pêş bikeve, pêwîst e ev yek bê kirin.”
Turkdogan tekez kir ku ji bo serkeftinê pêwîst e Ocalan karibe pêvajoyê bimeşîne û got, “Hun dizanin Birêz Ocalan berê jî PKK fesix kiribû lê ji ber çend midaxeleyan ev yek pêk nehatibû."
"Ewlehiya kongreyê girîng e"
Turkdoganê behsa kongreya PKKê jî kir û got, "Kongre dê çawa bê kirin? Dê li ku bê kirin? Pêwîst e ku operasyon neyên kirin, ev jî têrê nake, pêwîst e suîkast neyên kirin û aliyên bêyanî bi destê xirabî xwe tevlî pêvajoyê nekin, loma ewlehiya cihê kongreyê gelek girîng e.
Îhtîmaleke mezin jî ku cihê kongre Îraq ango Herêma Kurdistanê ye. Loma pêwîst e hem hikûmeta Îraqê, hem jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek garantiyan bidin..
Eger di rewşa ewleh de kongre bê kirin û Birêz Ocalan jî bi saya teknolojiyê beşdarî kongreyê bibe, wê demê hûn dê bibînin ku armanc dê pêk were.”
"Dibe ku Ocalan ji bo Newrozê peyamekê belav bike"
Li ser pirsa “Li pêşiya me pîrozbahiyên Newrozê jî hene, di nava raya giştî de tê çavrêkirin ku Ocalan ji bo Newrozê jî peyamekê belav bike, ew yek dê pêk were?” Turkdogan wiha got:
"Dibe, ji dema ku şanda me li Îmraliyê bû, bangawaziya Ocalan ji aliyê wî ve hatiye xwendin û weke vîdeo jî hatiye tomar kirin, wate tiştên wiha mumkîn in, pêwîstî bi nîqaşên yasayî jî nîne. Di vê mijarê de yasayeke taybet heye, li gorî yasaya bi hejmar 6551 ev hemû jî mumkîn in."
"Heta eger bê kirin wê baş be jî, ji ber ku di nava gelê Kurd de otorîte, hezkirin û qedr û qîmet û bawerî bi Birêz Ocalan heye, di serê xelkê de gelek xalên nezelal hene, ji bo xalên nezelal ji bo gelê Kurd zelal bibin ev yek girîng e," got Turkdogan:
“Belê dibe. Jixwe dema şandeya me li Îmraliyê bû, bangaweziya Ocalan ji aliyê wî ve jî hatiye xwendin û wekî wîdeo jî hatiye girtin.
Wate tiştên wisa mumkîn in, di vê mijarê de pêwîstî bi nîqaşên yasayî jî nîne.
Li gorî yasaya bi hejmara 6551 ev hemû jî mumkîn in. Heta eger bê kirin dê baş be jî ji ber ku di nava gelê Kurd e otorîteya wî heye,ew di nav Kurdan de tê hezkirin û qedr û qîmet wî heye û bawerî bi wî dê dayîn.
Di serê xelkê de gelek nîşanên pirsê yên cuda hene. Newroz roja neteweyî ya Kurdan e. Ew roja vejînê ye. Newroz rojeke nû ye.
Bi taybetî jî piştî banga Birêz Ocalan ji bo Kurdistana Tirkiyeyê tê wateye xwe nûkirinê, guherîne û çareserkirina pirsgirêkên xwe bi rêbazên demokratîk vedibêje.
Eger banga Birêz Ocalan bi dengê wî di Newrozê de bê da dê bandoreke gelekî cidî li ser xelkê çêbike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse