Li Tirkiyeyê hezar û 177 koçber hatin girtin

12-04-2024
Nîşan Tirkiye Koçber Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 30 parêzgehan di encama operasyonên “Kalkan-19”ê de hezar û 177 koçber hatine girtin.

Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê girtina koçberan peyamek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, di çarçoveya rûbirûbûna qaçaxçitiya koçberan de di nav pênc rojan de li 30 parêzgehan kontrol çêbûne û di encamê de hezar û 177 koçber hatine girtin.

Herwiha di navbera 6 û 10ê Nîsanê de nasnameya 22 hezar û 707 biyaniyan hatiye kontrolkirin.

Di encamê de hatiye dîtin ku hezar û 177 kes ji wan koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst