Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê hejmara koçberên ku hatine dersînorkirin eşkere kir

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Vegerandina Koçberan Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê ragihand ji serê salê û heta niha hejmara koçberên ji Tirkiyê hatine dersînorkirin gihîştiye 30 hezar û 527 kesan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Îdareya Koçê ku li ser hesabê xwe yê medya civakî roja Çarşemê 12ê Nîsana 2023an belav kiriye 30 hezar û 527 koçber hatine dersînorkirin û karûbarê yasayî yê dersînorkirina 18 hezar û 20 koçberan jî berdewam e.

Li gor amarên fermî di navbera 8 û 12ê Nîsana 2023an de li parêzgehên Agirî, Erzerom û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê bi 5 geştên taybet yên esmanî 958 koçberên ji Afxanistanê hatine dersînorkirin. Herwiha ji serê salê heta niha bi 26 geştên esmanî 10 hezar û 261 koçberên biyanî bo welatên wan hatine şandin.

Sala borî bi 235 geştên bo Afxanistanê û 2 jî bo Pakistanê bi giştî bi 237 geştên esmanî 124 hezar û 441 koçber hatibûn dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst