Dêya xwe bi kêrê kuşt û xwe radestî polîsan kir

12-03-2024
Nîşan Çanakkale Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Gelîboluyê ya parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê kesekî dêya xwe bi kêrê kuşt.

Li Taxa Camîkebîrê ya Gelîboluyê di navbera Cana K. (48) û kurê wê Furkan T. (25) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Furkan T. piştî gurbûna nîqaşê dêya xwe bi kêrê birîndar kir.

Paşê Furkan T. çû qereqolê û got ku dêya xwe birîndar kiriye.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê, wan tesbît kir ku Cana K. miriye û termê wê veguhast morgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst