Li Kayserî bazirganekî Sûriyeyî hat kuştin

12-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kayserî yê Tirkiyê, bazirganê Sûriyeyî Mihemed Elhac (35) salî li ber deriyê mala xwe ket ber êrîşeke çekdarî. Elhac bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê li wê derê canê xwe ji dest da.

Bûyer, şevê din demjimêr derdora 22.30 li Taxa Erkilet Osmangazî qewimî. Bazirganê Sûriyeyî Mihemed Elhac ku karê xwerak û xwaremeniyê dikir, li ber deriyê mala xwe ket ber êrîşa kesekî an hinek kesan ku heta niha sedem nayê zanîn ka ji ber çi bûye.

Elhac bi giranî birîndar bû û gumanbar jî reviyan. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirûstî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Elhac ku bi demançeyê ji çend cihên laşê xwe birîndar bûbû, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kayserî hat veguhestin.

Lê ligel hewldanên doktoran jî Elhac canê xwe ji dest da. Hat ragihandin ku bo girtina gumanbaran polîsan dest bi lêkolînan kirine. Lê heta niha nehatiye zanîn ka bazirganê Sûriyeyî ji ber çi ketiye ber êrîşê û hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst