Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Yozgatê yê Tirkiyê di operasyonekê de 5 kesên biyanî bi gumana DAIŞê hatin destserkirin. Li gor zanyariyan Berpirsê çêkirina teqemeniyan yê wê rêxistinê jî di nav kesên destserkirî de ye.
Li gor zanyariyan Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Yozgatê Îro 11ê Cotmeha 2022ê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgerî ya Komarî de, li dijî çend kesên biyanî ku bi awayek neyasayî hatine nav Tirkiyê û li navçeyên rûbirûbûnan tevlî çendîn çalakiyên rêxistina DAIŞê bûne operasyonek dan destpêkirin.
Di operasyonê de 5 kesên biyanî bi guman endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin. Medya Fermî ya Tirkiyê dibêje berpirsê çêkirina teqemeniyan yê wê rêxistinê jî di nav kesên destserkirî de ye.
Hat ragihandin ku di encama lêgerîna li navnîşanên wan kesan de dest bi ser hejmarek belgeyên rêxistinî de hatiye girtin.
Kesên destserkirî bo Fermandariya Cendermeyan a Yozgatê hatine birin û karûbarên wan ên îfadeyê berdewam dikin.
Li aliyê din derbarê nasnmeya wan de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse