Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Yozgatê yê Tirkiyeyê di operasyonekê de 5 Îraqî bi gumana endamtiya DAIŞê hatin girtin.
Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Yozgatê doh bi biryara Serdozgeriya Komarê, li dijî DAIŞê operasyonekda destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonê de 5 kesên Îraqî bi gumana endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê her 5 gumanbar piştî karûbarên wergirtina îfadeyê şandin dadgehê û ew bi biryara dadgehê bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse