Berdevkê AK Partiyê: Bi başbûna peywendiyên ligel Sûriyê dê vegera koçberan bilez bibe

11-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik diyar kir girêdayî asayîbûna peywendiyên ligel Sûriyê nêzîk in ku bigihin asta hevdîtina serokan û piştî wê qonaxê jî dê vegera koçberan bileztir bibe.

Cîgirê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik roja Çarşemê 10ê Gulana 2023an ji medyaya Tirkiyê re axivî û mijarên di rojevê de nirxandin.

Omer Çelik amaje bi wê yekê da ku nêzîk e hevdîtinên ligel Sûriyê bigihin asta hevdîtina serokan û piştî wê jî dê vegerandina koçberan bo Sûriyê bileztir bibe.

Çelik li ser pirsên “Eger Hevpeymaniya Millet bi serkeve dê proseyeke çawa berdewam be? Ji destkeftan dê paşde gav bên avêtin? Mînak armanca HDPê bidawîkirina operasyonên leşkerî yên li Sûriyê. Eger Hevpeymaniya Millet biserkeve dê artêşa Tirkiye ji Sûriyê vekişe?” got: “14ê Gulanê Serokkomarê me Recep Tayip Erdogan dê di gera yekemîn de biserkeve û em rûbirûyê rewşeke wiha nabin.”

Ev di demekê de ye ku heman rojê wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê, li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyan û ji civînê ku naveroka wê ya bingehîn peywendiyên Enqere û Şamê bûn, encameke berbiçav derneket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst