Li Antalya xwendekarekî Sûrî di mala xwe de mirî hat dîtin

11-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalya ya Tirkiyê xwendekarekî Koleja Pizîşkî yê xelkê Sûriyê di mala xwe de mirî hat dîtin.

Derengê şeva Sêşemê 10ê Gulana 2022ê xwendekarekî Sûrî yê 29 salî bi navê Elî Hesen ku li Koleja Pizîşkî ya Zanîngeha Akdeniz a Antalyayê xwendekarê qonaxa çarem bû di mala xwe de mirî hat dîtin.

Demjimêr 22:00ê şevê eşkere bû dema hevalên wî çûn mala Elî Hesen ya li Taxa Kulturê ya navçeya Kepezê. Piştî pişkinîna cihê bûyerê ji aliyê Dozgeriya Giştî û tîmên polîsan ve, termê Elî Hesen bo Pizîşkiya Dadî ya Antalyayê hat veguhestin.

Sedema mirina wê xortê Sûrî heta niha ne diyar e, tê guman kirin ku xwe kuştibe, lê piştî pişkinînan tê eşkerekirin ka sedema mirina wî çi bûye. Hat ragihandin ku lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst