Çandar: Eger Kiliçdaroglu bê hilbijartin ji neçarî dê pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin

11-04-2023
RÛDAW
Nîşan Cengîz Çandar Hasan Cemal Partiya Çep a Kesk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Cengîz Çandar ku ji lîsteya Partiya Çep a Kesk di rêza 3yemîn de weke berbijêrê Amedê hatiye destnîşankirin, ji Rûdawê re axivî.

Çandar anî ziman ku ji bo pêvajoya çareseriyê ya nû dest pê bike, pewîst e desthilata heyî biguhere.

Cengîz Çandar û Hasan Cemal ên ku îro li Enqereyê beşdarî civîna danasîna berbijêran a ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve hat lidarxistin bû, bersiva pirsên peyamnerê Rûdawê Şewket Herkî dan.

Cengîz Çandar bal kişand ser coşa civîna danasînê û got “Ez bawer im ku coşa serdema nû wê di sindoqan de jî derkeve holê û ez di wê baweriyê de me ku wê di serdema nû de ji bo hemû Tirkiyeyê û ya herî girîng jî ji bo Kurdên Tirkiyeyê pêşerojeke nû derkeve holê.

Ji salanan ve tezeke min ya wisa heye. Tişta ku ji têkoşîna Kurdên Iraqê derket min digot. Ez dibêjim `Tişta ki ji Kurdan re baş e ji Tirkiyê re baş e.` Tişta ku ji bo Kurdên Tirkiyê re jî baş in, dê ji bo hemû Kurdan baş be. Ji ber vê yekê bi van hilbijartinan re hêvîdar im hem ji bo welatê min, hem jî ji bo Kurdên ku parçeyeke giring ê vî welatî ne, ez wisa difikirim ku dê ji bo hemû hevwelatiyên me yên Rojhilata Navîn û hemnijarên me yên Kurd pêşerojeke ji ya heta niha baştir be. Xwedê nede şermê, înşalla dê wisa be.

Çandar li ser hêviyên pêvajoya çareseriyeke nû amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e hikûmeta niha biguhere û wiha berdewam kir:

“Welleh ji bo çareserî û pêvajoya nû ya muzakereyê divê ev serokkomar biçe, divê ev parlamento biguhere. Di serî de divê Tirkiye normalîze bibe. Ji bo ku normalîze bibe jî yên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin niha yên girtî, niha yên li sirgûnê, yên li derveyî welat disa vegerin welat û siyasetê. Piştî vê yekê em dikarin li ser van mijaran biaxivin. Ji ber ku careke din dibêjim, bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîk nabe. Pirsgirêka Kurd bêyî demokratîkkirina Tirkiyeyê çareser nabe. Lê ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd divê welat bê asayîkirin. Heta ku hewqas mirov girtî bin, heta ku bi sedan, hezaran mirov li sirgûnê hebin em normalîze nabin. Em dixwazin parlamento normalîzebûnê pêk bîne û em ji bo vê li vir in, têkoşîn bikin. Piştî wê bi azadkirin kesên di girtîgehan de, vegerîna kesên li sirgûnê hatina wan ya ser axa Tirkiyê re meşa me ya ber bi demoksariyê û çareserkirina pirsa Kurd dê bihêztir destpê bike.”

Kiliçdaroglu dê çi bike?

Cengîz Çandar li ser pirsa eger berbijêrê Tifaq Millet Kemal Kiliçdaroglu were hilbijartin derbarê destpêkirina pêvajoya çareseriyê de dê însiyatif werbigre yan na wiha bersiv da “Neçar e. Neçar e ji ber ku eger birêz Kiliçdaroglu bê hilbijartin jî nîşaneyên îro wisa didin nîşandan ku Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê dê di pêşeroja Tirkiyê de roleke kilîd bilîze. Divê Destûra Bingehîn biguhere ji bo hinel gav bên avêtin. Dê pêwîstiya Kiliçdaroglu bi opozîsyoneke bihêz hebe ew opozîsyon jî ev der e. Di vî warî de ger em careke din vegerin dê ji neçarî wisa be.”

Hasan Cemal: Ji bo guherîna vê nîzamê em tên

Ji xeynî Cengîz Çandar, rojnamevanekî din ê ku ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk weke parlamenter hatibû diyarkirin Hasan Cemal e. Hasan Cemalê ku beşdarî civîna danasîna namzetan bû jî ji Rûdawê re axivî. Cemal wiha axivî:

“Beriya her tiştî li Tirkiyeyê nîzameke hilweşiyayî, gemarî heye. Em ji bo guhertina vê nîzamê tên û helbet çareseriya pirsgirêka Kurd jî di nav de ye. Helbet aştî û demokrasî heye, helbet edalet û azadî heye. Helbet berdana hemû girtiyên di girtîgehan de heye. Helbet gihîştina mirovoan a ji bo na heye. Tirkiye bûye welatê qeyranan. Li vî welatê krîzê divê em her tiştî ji nû ve ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst