Partiyên siyasî amadebûna xwe ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê diyar kirin

11-03-2023
Ferdî Sak
Partiyên siyasî amadebûna xwe ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê diyar kirin
Partiyên siyasî amadebûna xwe ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê diyar kirin
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doh Serokomarê Tirkiyê, Receb Tayîp Erdogan ragihand ku wê hilbijartinên giştî û yên serokomariyê roja 14ê Gulana 2023an bêne kirin. Biryarname hate îmzekirin û di Rojnameya Fermî de jî hat belavkirin.

Partiyên siyasî ên Tirkiyê piştî vê daxuyaniyê amadebûna xwe ji bo hilbijartinan ragihandin. Wekîlê Fraksiyona CHPê Engîn Altay got, ev yek dihate pêşbînîkirin û êdî biryar a xelkê ye û înşallah 14ê Gulanê bibe roja xwetirxwestina ji Erdogan û vê rêveberiya wî ya sosret.

HDPê jî li ser hesabê xwe ê twîtterê daxuyaniyek belav kir û got: Ew ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê amade ne û ji desthilatê re got ku divê ew jî ji bo têkçûneke dîrokî amade bin.

Dema îmzekirina biryara hilbijartinan e ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê ve.

Recep Tayîp Erdogan roja Înê, bi awayek fermî roja  hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê  eşkere kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got, “Min berî niha  li gor wê destilata ku maddeya 116a ya destûrê daye min, biryara nûkirina  hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê ku diviyabû di 18ê Hezîranê de bên kirin, îmze kir.”

Biryar di Rojnameya Fermî de jî hat belav kirin. Partî û aliyên siyasî piştî biryarê amadebûna xwe bo wan hilbijartinan ragihandin.

Serokwekîlê Fraksiyona CHPê Engîn Altay got, “Hilbijartin li ser xêrê bin. Îro serokkomar îmzeya ku dihat pêşbînîkirin avêt û ew biryar da. Niha gotin a  gel e.  Înşallah 14ê Gulanê dê bibe roja xwetixwestin ji Erdogan û vê rêveberiya wî ya sosret. Helbet di vê proseyê de bêyî ferman û li gor yasayê karkirina Desteya Bilind a Hilbijartinan pêşbîniya herî mezin a gel e.”

HDP ku berî hilbijartinan rûbirûyî metirsiya girtinê ye, li ser hesabê xwe medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got, “Em bo hilbijartinên 14ê Gulanê amade ne. Ew kesên ku welat ber bi hilweşandinê ve birine û bê dadî kûrkirine, hûn jî bo têkçûna herî mezin a dîrokî amade bin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser Twitterê got, “Em bo hilbijartinên  14ê Gulanê amade ne. Ew kesên ku welat ber bi hilweşandinê ve birine û bê dadî kûrkirine, hûn jî bo têkçûna herî mezin a dîrokî amade bin.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî, li Amedê di dema ragihandina deklerasyona Newrozê de li ser hilbijartinan peyamek da desthilatê.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan anî ziman, “Em dizanin ku ev desthilat dijmina Kurdan e û aştiyê ye. Em dizanin ku ev desthilat dijimina jinan e û desthilateke qeyûman e. Em dê li qada Newrozê nîşan bidin ku sîstem careke din wiha berdewam nake. Em dê carake din nîşanî desthilatê bidin ku dîrok çawa tê guhertin. Rihê Newrozê û ew îradeya mezin ku  derdixe dê  14ê Gulanê bike roja guherîna mezin û çarenivîsa welat biguhere.”

Serokê Partiya Saadetê di tweetekê de ragihand, “Li ser xêrê be. Êdî dema wê Tirkiyê hatiye ku jiyan lê pêkan be.”

Ev hilbijatin wek hilbijartinên çarenivîssaz ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tên binavkirin. Partî û aliyên opozîsyonê dê bi hemû hêza xwe hewla bidawîanîna desthilateke zêdetirî 20 salan bidin. Eger hat û 14ê Gulanê Serokkomar yekalînebû dê gera duyem a wê hilbijartinê jî di 28ê Gulanê de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst